Besê Erzîncan: Rêber Apo di nava civakê de dest bi têkoşîna azadiya jinê kir

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan da zanîn ku Rêber Apo her dem digot, ‘Şoreşa me şoreşa jinê ye’. Besê Erzîncan got,:”Jin ji bo felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan belav bike divê ji her kesî bêhtir bixebitin û bêhitir têbikoşin”.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya Xwebûnê ya JIN TV bû û behsa têkoşîna Rêber APO a ji bo azadiyê jinê kir.

Besê Erzîncan diyar kir ku mirovatî bi destê jin bû mirov.

Besê anî ziman ku Rêber Apo di nava civakê bi wêrekî dest bi têkoşîna azadiya jinê kir.

Besê Erzîncan da xuyakirin ku armanca bingehîn a Rêber Apo avakirina alternatîfa sîstemê bû jibo wê Rêber Apo got, ‘Şoreşa me şoreşa jinê ye’.

Besê Erzîncan: PKK’ê têkoşîna xwe li ser feraseta azadiya jinê meşand

Besê Erzîncan da zanîn ku PKK’ê hîn ji roja destpêkê ve têkoşîna xwe li ser feraseta azadiya jinê meşand û Rêber Apo jî ji bo vê rêxistiniya xweser a jinê ava kir.

Besê Erzîncan: Felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê ye

Di dawiya axaftina xwe de Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got:

Hezkirina Rêber Apo hezkirina Kurdistanê û civakê ye û mirovan azad dike.

Felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya mirovahiyê ye.

Back to top button