
Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, li Holanda destpê kir.
Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, li Holanda destpê kir.
Ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn ji kongreyê re çêbû û ji xeynî delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û çavdêr beşdarin..
Di kongreyê de, gotinên “Jin jiyan azadî”, “Em li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rawestin” û “Parastina Rojava, erkê neteweyî ye” derketin pêş.
Li ser navê Komîteya Amadekar Zubeyîr Aydar axaftina vekirinê kir..
Aydar diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de kom bûne û qala girîngiya kongreyê kir.
Adem Ûzûn ku serokê Dîwanyê ye, diyar kir ku Kurd di pêvajoyek girîng re derbas dibin û got:
“Em weke Kurd li dijî êrîşên qirkirinê, têkoşîna hevpar bidin.”
Hevserokê KNK Ahmet Karamûs jî qala geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û got:
“Pirgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsigirêka Kurd e.
Heta ku pirsgirêka Kurd, neyê çareserkirin, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn.
Sedemê mezin ê van pirsgirêkan dewleta Tirk e. Beşek mezin ê xaka Kurdistanê dagir kirine.”
Kongre wê heta roja Duşemê dewam bike.