Til Temir-Piştî 10 salan du bira li hev hatin

Li Til Temirê piştî 10 salan 2 birayên ku ji hev xeyidî bû, li hev hatin.
Lihevhatin jî bi saya Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeyê pêk hat.

Ev 10 sal bûn, 2 bira ji hev xeyidî bûn.

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Til Temirê îro li gundê Eyn Ebid ê navçeyê, her 2 bira li hev anîn.

Di lihevanînê de, rûspî û şêniyên Til Temirê hazir bûn.

Her du bira, Hezir El Hemo û Mehmûd El-Hemo ne.

Nakokiya her du birayan sala 2013’an ji ber kuştina biraziyê wan ê bi navê Hemîd dest pê kiribû.

Di rûniştina lihevanînê de, hevserokê Meclisa Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û bal kişand ser girîngiya têkliyên biratiyê, bi taybet biratiya gel û pêkhateyan û got:

Kîn û nefret ji bilî parçebûna civakê tiştekî naynin. Ji lew re divê em dûrî wan bikevin, em têkiliyên biratiyê xurttir bikin.

Her du birayên li hev hatin jî, axivîn û spasiya Komîteya Lihevanînê kir.

Back to top button