Li Srî Lanka..serokdewlet Gotabaya Rajapaksa ji welat reviya

Li hemberî xizanî, bêkarî û aloziyên jiyanê, gelê Srî Lankayê serî hilda û di encamê de dawî li desthilatdariya Gotabaya Rajapaksa anî.
Serokdewlet Rajapaksa ku li hemberî hêrsa gel nekarî xwe li ser piyan bigire, tevî malbata xwe reviya.
Niha ji li welat rewşa awerte hatiye ragihandin û hewildanên avakirina hikumetek nû tê kirin.

Srî Lanka ya ji sala 1948 ji dagirkeriya Îngilîstanê rêzgar bû û serxwebûna xwe ragihand, bi yek ji aloziyên herî mezin re rû bi rû ma.

Di dîroka welat de cara pêşî pirsgirêkên sotemenî, xwarin û pêdiviyên jiyanî ew qasî zêde bûn.

Vê yekê hişt ku gel 9’ê Tîrmehê berê xwe bide avahiyên deshilatê.

Ji ber nerazîbûna gel, Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa neçar ma ji koşka xwe dûr bikeve.

Û 13’ê Tîrmehê ragihand wî dest ji erka xwe berdaye.

Hate piştrastkirin ku Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa ji welêt reviya ye.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe diyar kir ku weke wekîlê serok ew Rewşa Awarte radigihîne.

Sekreterê medyayê yê Wîckremesînghe Dînoûk Colombage ji Reutersê re axivî û got,

“Serokwezîr weke wekîlê serok rewşa awarte (li tevahiya welêt) ragihandiye û li eyaleta rojava jî derketina derve qedexe kiriye.”

Xwepêşandêran diyar kir ku heta hemû kesên berpirsyar dest ji kar bernedin, ew ê dawî li çalakiyên xwe neyînin.

Vê biryardariyê hişt ku serkdewlet Rajapaksa vê sihbehê tevî malbata xwe ji welat derkeve.

Li gorî nûçeya AFP’ê, çend saet piştî reva Rajapaksa ya ji welêt, li Srî Lankayê Rewşa Awarte hatiye ragihandin.

Nayê zanîn bê Gotabaya Rajapaksa bi ku ve çûye.

Li gorî agahiyên BBC’ê, birayê Rajapaksa û wezîrê maliyeyê yê berê Basîl Rajapaksa jî welat terikandiye û reviya ye Emerîkayê ye.

Xelkê ku li Qesra Serokkomariyê li hev civiya, reva Serokdewlet Rajapaksa yê 73 salî ya bi hevsera xwe re ji bo Maldîvan, bi coş hate pîrozkirin.

Di xwepêşandanên şermezarkirinê de heta niha li Srî Lankayê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 250 kes jî birîndar bûn.

Back to top button