Çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî, nexasim Efrînê, revandina sivîlan ji xwe re kirine karek û rojane çend kesan direvînin.
Herî dawî 3 welatiyên din hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Ajansa Hawarê li gorî çavaniyên xwe ragihand MÎT a Tirk li gundê Goran ê navçeya Cindirêsê bi ser malan girtin û 3 welatî revandin.
Navên wan jî, li gorî hatî ragihandin wiha ne:
Mihemed Ismaîl Wehîd 32 salî,
Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal 34 salî.
MÎT’a Tirk ev kes jî birin cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Doh jî çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî 6 welatî revandin.
Bi revandina van welatiyan, çeteyên Tirkiyê ji malbatên wan pereyên zêde dixwazin.