Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hat destpêkirin

Piştî van axaftinên Omer Ocalan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê gotinên wî de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan de lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hate diyarkirin ku derbarê Omer Ocalan de ji ber gotinên wî lêpirsîn lê hatiye vekirin.

Omer Ocalan têkîldarî tecrîda li dijî Rêberê Apo ev tişti gotibûn:

“Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin.

“Heta ku Birêz Ocalan û Kurdistan azad bibe wê têkoşîna me bidome

Lewma ev gotinên wî weke metirsî hate dîtin û lêpirsîn hate destpêkirin.

Back to top button