Bi sedan şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo şervanê QSD’ê Ridwan Ubêd ê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bû, merasîmê sersaxiyê li dar xist.
Konê sersaxiyê li mala şehîd a li gundê Um Hicêra yê başûrê rojhilatê Til Birakê hat vegirtin.
Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Holê Elî Diês sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da û got:
“Komploya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê saz dikin ji bo derxistina fîtneyê li navbera pêkhateyên herêmê de ye, lê belê bi hevgirtina xwe em ê hemû komplo têk bibin.”
Piştre kesên ku axivîn sersaxî dan malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Di dawî de wesîqeya şehadetê ya şehîd Ridwan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.