Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê sînameger Mensûr Kerîmiyan bi bîr anî

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmiyan ê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava de şehîd bûbû bibîr anî.
Komîteyê bang li hunermend û sînemagerên kir ku di şexsê Mensûr Kerîmiyan de bi erka xwe rabin.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê, derhênerê sînemayê û hunermend Mensûr Kerîmiyan bi bîr anî.

Mensûr Kerîmiyan di êrişên dewleta Tirk yên dawiya 2023’an li ser Qamişlo de şehîd bûbû.

Komîteyê di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi êrişên bi armanca qirkirina Kurdan hate kirin û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst, qirker li ber çavê tevahiya cîhanê komkujiyan dike. Her ku firsend bi dest dixe, bombeyan li cih û warên sivîlan ên li herêmên cuda yên Rojava, Şengal, Maxmûr û Başûrê Kurdistanê dibarîne.”

“Her şehîd dibe sedem ku hêrs û biryardariya me bêhtir bilind bibe”

Komîteyê bi domdarî bal kişande li ser sivîl û welatiyên di êrişên dawî de şehîd bûne.

Komîteya ji malbatên kesên ku di van hemû êrîşan de şehîd bûne re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest û ev tişt got:

Her şehîd dibe sedem ku hêrs û biryardariya me ya têkoşînê hê bêhtir bilind bibe.

Di nava wan de derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmiyan ê ji bajarê Sîna yê Rojhilatê Kurdistanê jî hebû.

Mensûr Kerîmiyan ku tevahiya jiyana xwe fedayê xebatên sînemayê kir, ji bo êş û rastiya gelê Kurdistanê di qada sînemayê de nîşan bide bi hemû hêza xwe ked da.

Sînorên dewletê derbas kir û bi ruhê yekîtiya neteweyî berê xwe da Rojava.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bang li hunermandan kir

Li dijî komkujiyûn dewleta Tirkiyê a dagirker Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bang li hunermend û sînemagerên kir ku di şexsê Mensûr Kerîmiyan de bi erka xwe rabin û wiha bi dawî kir:

“Em dixwazin bînin ziman ku li dijî van êrîşan bi berfirehkirina berxwedan û têkoşînê re, em ê xwedî li ked, bîranîn û têkoşîna şehîdan derkevin. Li hemberî van komkujiyan û êrîşan bêdeng mayîn, wê were wateya windakirina ruh û wijdanê.”

Cenazeyê şehîd Kerîmiyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin

Back to top button