Îro cenazeyê şehîd Mensûr Kerîmiyan ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû ji Dêrikê ber bi Başûrê kurdistanê ve hate oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de hate gotin, em ê rêya Şehîd Mensur bi serketinê tacîdar bikin.
Malbata şehîd Kerîmiyan jî diyar kir ku ew ê têkoşînê mezintir bikin.
Di 25’ê kanûnê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi pêleke êrişan kir.
Di encama êrişê de 10 kes şehîd û gelek jî birîndar bûn.
Yek ji wan jî sînemager Mensûr Kerimiyan bû.
Kerîmiyan ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Rojava û ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî kedeke mezin da.
Wî di gelek xebatên fîlman ên weke Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê, Evîna Kurd de ked da.
Piştî ragihandina şehadetê malbata Şehîd Mensûr hat Rojava û cenazeyê wî wergirt.
Li gel malbatê bi sedan welatiyên Kantona Cizîrê jî cenazeyê Şehîd îro birin Deriyê Sînor ê Sêmalka.
Şehîd Mensur Kerîmyan li deriyên sînor bi merasîmê oxirî Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hezne Temê axivî.
Hezne Temê diyar kir ku şehîd Mensur ji bo ku rastiya şoreşa gelê herêmê ji cîhanê re ragihîne kedeke mezin da û got:
“Em ê rêya Şehîd Mensur bi serketinê tacîdar bikin.”
Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Li ser navê malbatê Bêrîtan Kerîmiyan axivî û soza mezinkirina têkoşîna li ser şopa şehîd Mensûr da.
Piştî merasîmê girseyê cenazeyê Şehîd Mensûr bi dirûşme û tîlîliyan ber bi Başûr ve şand.
Wê cenazeyê şehîd ji Başûr jî ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê kurdistanê ve bê oxirkirin.