Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Biradostê 3 ciwanên ku birayê hevbûn revandin û wan êşkece kirin.
Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku dema her sê bira li ber sewalên xwe bûn, hatin revandine.
Çavkaniyê da zanîn ku tevî ew durî baregehên artêşa dagirker bûn, lê leşkerên dagirker ew girtin û heta
derengiya şevê wan êşkencekirin.
Piştî êşkeceyê her sê bira radestî hêzên PDK’ê yên ser malbata Barzanî kirine.
Derbarê çarenûsa ciwanan de jî hate gotin:
“Heya niha çarenûsa wan nayê zanîn û malbata her 3 ciwanan nizanin ku hêzên PDK’ê wan ber bi ku ve birine.”