Bertekên şêniyên herêmê li dijî êrişan berdewamin

Bi dehan sazî û rêzixtinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Sazî û rêxistinan destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê destkeftiyên herêmê biparêzin.

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bertekên gelên herêmê û saziyên wê berdewam in.

Li Qamişlo dijî dagirkeriyê meşek hat lidarxistin

Insiyatîfa gel a Qamişlo di bin dirûşma ‘bi êriş û çeperan nikarin îradeya me bişkînin’ meşek li dar xist.

Bi hezaran kes ji xelkên Qamişlo, hemû saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan beşdarî meşê bûn.

Meşê ji çerxerêya kolana Kornîş dest pê kir û li Çerxerêya Cotkaran veguherî mîtingê.

Di mîtingê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîriya Demokratîk PYD û Meclisa Rûsipiyan axaftin hatin kirin û diyar kirin ku tu kes nikare vîna wî gelî bişikîne.

Hesekê-Tevgera Hîlala Zêrîn êrîşên li ser herêmê şermezar kir

Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî herêmê şermezar.

Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dewleta tirk pêvanên exlaqî nasnake, bi êrîşên xwe yên li ser benesaziyên herêmê ev yek careke din eşkere kir.

Dawiya de bang li her kesê azadîxwaz hate kirin ku piştevaniya gel û gêrîlayên xwe bikin.

https://hawarnews.com/kr/berteken-li-diji-erisan-zede-dibin
Li hêleke din desteyên Aborî û Desteya Çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker, hedefkirina binesaziya herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên desteyan li ber avahiya Desteya Çandiniyê ya li bajarê Hesekê hat dayîn.

Desteyan tekez kirin ku dê têkoşîna aboriyê û dabînkirina ewlehiya aborî û xurekê berdewam bikin û ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke tevahî hewldanan bikin.

Xelkên Tirbespiyê û Çilaxa jî dijî êrişan helwesta xwe nîşan dan

Li navçeya Tirbespiyê jî mamosteyan daxuyaniyek li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan dan.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ki ji ber van êrişan gelek xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê dûr ketin.

Ev yek jî bandorê li ser psîkolojiya zarok û xwendekaran dike.

Şandeyeke Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa serdana bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê kirin û piştgiriya xwe ya domdar bi wan re rave kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên axivî û rola hêzê di parastina ewlehiya herêmê de li gel êrişan silav kir.

Back to top button