Şêniyên kantona Cizîrê derketin xwepêşandanan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Şêniyan got, wê serkeftin para gelan be.
Li navçeya Amûdê bi pêşengtiya ciwanan meşeke meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hate li dar xist.
Di meşê de, peyama wê ciwan êrişên dagirkeriyê têk bibin û soza tolhildanê hate dubarekirin.