Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be

Nerazîbûnên gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Şêniyên kantona Cizîrê derketin xwepêşandanan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Şêniyan got, wê serkeftin para gelan be.

Çalakiyên mertalên zindî ya ji bo parastina desketiyan li gundê Siweydiyê yê Dêrikê bi dirûşma “Hilweşandina binesaziya Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye” di roja sêyemîn de dawî bû.

Şêniyên Dêrikê, herêma Koçerat, endamên saziyên Dêrikê û meclisên wê tev li çalakiyan bûn.

Li pêş konê çalakiyê daxuyaniyek hate xwendin û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk bi van êrişan nikare me bitirsîne.

Berovajî wê, israra me ya berxwedanê û girêdana me ya bi axê û hêzên xwe yên leşker, zêde dike.

Teqez serkeftin wê para me be.”

Li Girkê Legê jî daxuyaniyek hate dayîn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin.

Her wiha bang hêzên navneteweyî kirin ku helwesteke diyar li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bidin.

Her wiha di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê, parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn.

Li Qamişlo jî, Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê li pêşiya avahiya Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi sûcên şer hate.

Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ji bo hesabpirsînê ji dewleta Tirk tev bigerin.

Her wiha hate destnîşankirin ku Yekitiya Parêzeran tevahî komkujiyan belge dike ji bo ku rastiyê aşkera bike û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

Li Reqayê li dijî êrişan meşek hate lidarxistin

Back to top button