Li Meksîkayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin

Gelê xwecihî yê Meksîkayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Çalalkî ji aliyê endamên kolektîfa Mujeres Colîbriyê ên ku li bajarê Xochîmîlco ya Meksîkayê dimînin, pêk hat.

Di çalakiyê de paradigmaya felsefeya demokratîk ya Rêberê Apo hat nîqaş kirin.

Endamên kolektîfê diyar kirin ku felsefeya Rêber Apo derheqê azadiya jinan de bandor li wan kiriye û ji bo wan bû îlhameke mezin.

Jinan anîn ziman ku Rêberê Apo ne tenê ji bo jinên Kurd lê ji bo hemû jinên li cîhanê rêberekî mezin e û xwestin demildest azad bibe.

Çalakî bi sitranên gelên xwecihî yên kevneşop ku ji bo mirovbûnê, aştiy û azadiyê tê vegotin bi dawî bû.

Li Swîsreyê roja xwendina pirtûkên Rêber Apo

Back to top button