Sînemager Mensûr Kerîmeyan ber bi başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin

Îro cenazeyê şehîd Mensûr Kerimiyan ji Dêrikê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin û wê ji başûr jî ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve bê oxirkirin.
Hevserokê Komîna Fîlm a Rojavayê Nûman Yîgît di derbarê Kerîmiyan de axivî û got: “Ew hem evîndarê gelê xwe hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.”

Di 25’ê kanûnê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi pêleke êrişan kir.

Di encama êrişê de 10 kes şehîd û gelek jî birîndar bûn.

Yek ji wan jî sînemager Mensûr Kerimiyan bû.

Kerîmiyan di encama êrişa 26’ê kanûnê de li bajarê Qamişlo şehîd bû.

Îro cenazeyê şehîd Mensûr Kerimiyan ji Dêrikê ber bi başûrê kurdistanê ve hate oxirkirin û wê ji başûr jî ber bi bajarê Sine yê rojhilatê kurdistanê ve bê oxirkirin.

Kerîmiyan ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Rojava û ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî kedeke mezin da.

Wî di gelek xebatên fîlman ên weke Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê, Evîna Kurd de ked da.

Healê Kerîmyan Nûman Yîgît: Ew evîndarê gelê xwe û sînema Kurdî bû

Hevserokê Komîna Fîlm a Rojava Nûman Yîgît ê di heman demê de bi Kerîmiyan re heval bû, qala xebatên wî kir.

Nûman Yîgît da zanîn ku Kerîmeyan ji Rojhilatê Kurdistanê hate Rojava û bi tecrûbeya xwe ya baş di gelek xebatên sînemaya kurdî de cihê xwe digirt.

Nûman diyar kir ku Kerîmiyan ji bo ku sînemeya kurd pêş bikeve çi ji destê wî dihat, dikir û got:

“Ne tenê xebat di hêla perwerdeya van xebatan de jî wek pêşengekê berpirsyarî digirt.

Tu caran ji xebatan paş nedima. 20 salên emrê wî bi sînemayê re derbas bû.

Tevî zextên dewaleta Îranê jî ji rojhilatê Kurdistanê dihat vir û xebatên sînemayê dimeşand.

Komîna Film a Rojava ji bo Mensûr Kerîmiyan daxuyanî da

Back to top button