Li Dêra Zorê serkeftina li dijî DAIŞ’ê hat pîrozkirin

QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera 3. a rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê bi şahiyekê pîroz kirin û xelat li şervanên QSD’ê û hin kesên ku di berxwedana Baxozê de amade bûn belav kirin. Rayedarên Koalîsyona Navnetewî jî di şahiyê de amade bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 23’yê Adara 2019’an de rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Bi boneya têkbirina DAIŞ’ê di warê leşkerî de, QSD û Meclisa Dêrazorê ya Sivîl salvegera rizgarkirinê li herêma Heqil El-Umer a Dêrazorê pîroz kirin.

Fermandar, şervanên QSD’ê, endamên Meclisa Dêrazorê ya Sivîl, Rûspiyên Eşîran û bi sedan şêniyên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de li ser navê QSD’ê daxuyaniyek hate dayîn û tê de bal hate kişandin ser têkbirina DAIŞ’ê ku bi sekna gel a li rex wan ev tişt pêk hat.

Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Navnetewî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe li hember girtiyên DAIŞ’î rabin û li gorî zangonan wan dadgeh bikin.

Her wiha li ser navê Meclisa Dêrazorê ya Sivîl, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, Yekîneyên Parastina Jin, Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axavtin hatin kirin.

Di axavtinan hate diyarkirin ku bi alîkariya gel hêzên leşkerî û yên navdewletî cîhan ji mezintirîn xetereyê rizgar bû û hate gotin:

“Metirsiya DAIŞ’ê didome, em bang li civata navneteweyî dikin ku alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire.”

Di şahiyê de xelat li ser kesên ku di berxwedana rizgarikirna Baxozê de, şervanên QSD’ê, rêveberên Meclisa Dêrazorê û hin şervanên Koalisyonê cih girtine hat belavkirin.

Şahî bi gerandina govendan ji aliyê şervanan û kesên hazir bi dawî bû.

Back to top button