Girtiyekî din li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da

Rewşa girtiyên li zîndanên dewleta Tirk de her diçe giran dibe. Girtiyê bi navê Can Guder ê 20 salî li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da. HDP ê mirina biguman a Can Guder xist rojeva Meclisê. Li aliyê din çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û cezayên qediyanê lê nayê berdan bi biryardarî didomin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker girtîgeh veguherandine cihê mirinê.

Bi taybetî li dijî girtiyên siyasî yên Kurd û nexweş her cûrê polîtîkayên êşkence dide meşandin.

Di encamê de gelek girtî jiyana xwe ji dest didin.

Li Girtîgeha Wanê girtiyê bi nav Can Guder ê 20 salî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Guder, bêyî malbata Guder û parêzerê malbatê rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.

ATK, îdia kir ku Guder ji ber “qeyrana dil” jiyana xwe ji dest daye.

Ferdên malbatê destnîşan kirin ku tu nexweşîneke Guder tune bûye û kurê wan hatiye kuştin.

HDP’ê mirina can Guder xist rojeva meclisê

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede mirina biguman a Guder xist rojeva Meclisê.

Di vê çarçoveyê de Dede ji bo ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirseke nivîskî pêşkeşî Meclisê kir.

Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku tu nexweşiyên Guder ên kronîk nebûn û wiha hat gotin:

“Guman û îdia hene ku Guder li girtîgehê hatiye kuştin an jî terkî mirinê hatiye kirin.

Girtî, di bin mîsogeriya parastina dewletê de ne û dewlet raste rast berpirsyar e.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê 128 roj in didome

Li aliyê din çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û cezayên qediyanê lê nayê berdan bi biryardarî didomin.

Çalakiya malbatên girtiyan yên li Amedê di roja 128’an de dewam kir.

Malbatan, çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) domandin.

Di çalakiyê de endam û rêveberên rêxistin û dezgehên sivil jî amade bûn û piştgirî dan malbatan.

Piştî çalakiyê daxuyanî hat dayîn.

Xizmên girtiyan diyar kirin ATK raporên derhiqûqî amade dike û bang li partiyên siyasî kirin ku sozên xwe bi cih bînin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 97’an de ye

Têkoşîna edaletê ku malbatên girtiyan li Wanê dane destpêkirin jî di roja 97’emîn de ye.

Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Penaberan a Serhedê serdana malbatan kir.

Hevseroka Komeleyê Gulşen Kûrt polîtîkayên desthilatê yên ser girtîgehan rexne kirin û got:

” Divê Wezarê Dadê demildest dengê dayikan bibîhize.”

Gulşen Kûrt bang li hemû rêxistinên sivîl ên civakî kir ku piştevaniya dayikan bikin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li bajarê Izmîrê jî 29 roj in dewam dike

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dabû destpêkirin jî, di roja 29’an de dewam kir.

Di çalakiya îro de hat gotin divê her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiya malbatan derkeve.

Back to top button