Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Zirganê û Til Temirê zêde bûne.
Duh êvarê careke din dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî zirganê û gundên wê kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên doh êvarê bi awayekî ketûber, taxên bakur û rojavayê Zirganê gûndên Niwêhat, Xedrawî, Rubeyat , Til Werd, Dada Ebdal û Bince dan ber topan.
Di encama topbaranê de li gundê Til Werd jinek bi navê Fatme El-Mehbûb,
li taxên rojava û bakur ên Zirganê, Seyîd Fetah, Cemîl El Îsa, Beşar Îsmaîl El Îsa û Xidir Ehmed Ugle, Beşîr Etêwî û Ebdulkerîm El Hamid birîndar bûn.
Birîndar niha li nexweşxaneya Dirbêsiyê û Hesekê têne derman kirin.
Di êrişa 21’ê mehê ya artêşa dagirker a li ser Zirganê de 4 sivîl şehîd bibûn 10 jî birîndar bûn.
Di encama besivdayîna şervanên QSD’ê de 2 çeteyên dewleta Tirk jî hatin kuştin.