
Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Başurê Kurdistan û Iraqê zêde bûye. Çeteyên DAIŞ’ê vê carê li parêzgeha Selahedîn êrişê çekdarên Heşdî Şebî kirin.
Di encama êrişê de 2 leşkerên Heşdî Şebî hatin kuştin.
Desteya parastinê ya Heşdî Şebî têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.
Desteyê diyar kir ku çeteyan doh êvarê derengiya şevê li herêma Fatih a parêzgeha Selehdînê êrişî çekdarên Heşdî Şebî kirin.
Di encama êrişê de 2 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Her wiha Desteyê ragihand ku piştî êrişê Heşdî Şebî ji bo lêgerîna çeteyan dest bi operasyonê kiriye.