Ciwanên Şoreşger li Reqa ji bo azadiya Rêber Apo komxebate li darxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê komxebatek li ser sedemên girtina rêber Ocalan û rola ciwanan di bersivdayîna komployan de li dar xist.

Komxebat li Hola Aborî ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna ciwanên şoreşger ên ji Reqa, Tebqa, Minbic hate lidarxistin.

Di komxebatê de hin bend hatin nîqaşkirin ji wan:

1-Sedemên komploya navneteweyî ku li dijî rêbertî û projeya neteweya demokratîk hate kirin çi bûn.

2-Rola ciwanan di sekna li hember komploya li ser herêman û serbestberdana rêbertî de çi ye.

Di dawiyê de bi daxwiyaniyekê encamên komxebatê hatin eşkerekirin ku:

“Divê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bibe bingeha hemû xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger.

Fikrên rêber Ocalan bi awayekî zêdetir bi rêya semîner û civînên ji gel re were belavkirin.

Dewreyên fikrî û leşkerî yên girtî û vekirî were zêdekirin.”

Back to top button