Komek Ciwanên Enternasyonalîst bi dirûşma “Ji bo Kurdistanê bi meşe” serdana cihê komkujiya Zergelê û bîrdariya şehîdên Binarê Qendîlê kirin. Ciwanan ragihandin armanca wan piştgirî dayîna gelê Kurde.
Li cihê bombebaranê ciwana daxuyaniyek dan.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyarkirin dewleta Tirk êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomîne û gotin:
Welatên cîhanê li beramberî êriş, dagirkerî û karanîna çekên kimyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn, bêdenge.
Teknîka çekên modern ji Tirkiyeyê re tên şandin û ew çek jî li dijî hevalên me yên Kurd têne bikaranîn.
Lê li hember vê yekê Li Çiyayên Kurdistanê cengek mezin heye û gerîla li ber xwe dide.
Di dawiyê de ev yek hat gotin :
“Bê dengiya heyî rê dide Erdogan sucên şer bike.
Lewma em vê durutiya nîjadperest şermezar dikin.”