Li dijî sûcên dewleta Tirk, kampanya imzeyan didome

Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê yên li dijî Gelê Kurd di çarçoveya kampanyaya belgekirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker de, li bajarê Silêmaniyê dest bi komkirina îmzeyan kir.

 

Bi armanca belgekirina sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava pêk anîne, gelek hiqûqnas û çalakvanên herêma Kurdistanê beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan bûn.

Komîteyê di 11`ê Mijdarê de bi civîneke çapemeniyê li pêşiya navenda nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê, dest bi kampanya îmzeyan kiribû.
Duh zaroka bi navê Sara Mihemed ya ku di êrişên dewleta Tirk de lingê xwe wenda kiribû weke kesa yekemîn belgeya doza li dijî binpêkirinên dewleta Tirk îmze kir.

Komîte ji bo komkirina îmzeyan îro serdana Wargeha Barîk a li Silêymaniyê kir ku kocberên Rojava lê dimîne .

Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê ên li dijî Gelê Kurd hewl dide 100 hezar îmzeyên kesên ku bûne qurbaniyên sûcên dewleta Tirk, kom bike û wek îspatekê di dadgeha sûcên navdewletî de li dijî dewleta Tirk a dagirker bi kar bîne.

Leave a Reply

Back to top button