Di encama xwepêşandanên li Sûdan 52 polîsên Sûdanî birîndar bûn

Şêniyên Sûdanê li dijî bermahiyên Îxawanî daketin qadan û meşek pêk anîn.

Têkildarî xwepêşandanê,Polîsên Sûdanê di daxuyaniyek Çapemeniyê da û gotin:

Di astengkirina xwepêşandarên ku dixwestn xwe bigîhînin Qesra Serokatiyê li Xertûm Paytexta Sûdanê de 52 polîsên me birîndar bûn.

Di heman demê de hêzên me planeke sabotajê ya teqemeniyî ku ji aliyê Îxwaniyan ve hatibû kirin pûç kirin.

79 kes ji lêderên Partiya Kongreya Netewî bi sûcên plansazkirina kiryarên tundî û sabotajê di xwepêşandanan de hatin girtin.”

Her wiha Dozgeriya Giştî ya Sûdanê jî ragihandin ku wan derbarê 73 kesên ku dixwepêşandana de xwstine tevliheviyê derxînin biryara girtinê derxistine.

Back to top button