Dewleta Tirk bi fermî ji Peymana Stembolê derket-HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk îro bi awayekî fermî ji peymana navdewletî ya li dijî tundiya li ser jinan ku bi navê “Peymana Stenbolê” tê naskirin, vekişiya. Li dijî betalkirinê jinan li qadan in û dibêjin emê dev ji peyman û têkoşîna xwe bernadin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di 20’ê Adarê de ragihandibû ew ê ji peymanê vekişin.

Dewleta Tirk 1’ê Tirmehê bi awayekî fermî ji peymana navdewletî ya li dijî tundiya li ser jinan ku bi navê “Peymana Stenbolê” tê naskirin, derket.

Li gorî ajansa Reuters, vekişîn îro bi awayekî fermî pêk hat.

Biryara vekişînê, li Tirkiyê rastî nerazîbûneke mezin hat, di heman demê de hin hevkarên Tirkiyê yên Ewropî jî ji vê biryarê ne razî ne.

Seroka Yekîtiya Komeleyên Jinan ên Tirkiyê Canan Gullu li dijî biryarê derket û diyar kir ku “ew ê tekoşîna xwe bidomînin.”

DYA û YE jî demildest biryara Tirkiyê ya vekişînê şermezar kirin.

Peymana Istenbolê di sala 2011`an de bi armanca pêşigirtina tundiya li dijî jinan hate imzekirin.

Di 5 salên derbasbûyî de; tevî vê peymanê rêjeya kuştina jinan li Tirkiyê gelekî zêde bû, lê bi derketina ji peymanê, wê buyer û rêbazên tundiyê hîn bêhtir zêde bibin.

Polîsan xwest daxuyaniya platforma jinan asteng bike

Platftoma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê, ligel gef û astengiyên polîsan li Parka Karayollarıya Mêrdînê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Platformê got ku Partiyên siyasî û komeleyên jinan di nav de bi qasî 220 komele û pêkhate ji bo Peymana Stenbolê neye betalkirin serî li parlamentoyê dan. Lê duh ev serlêdana me hat redkirin.”

Jinan li Amedê xwest meşekê pêk bînin

Platforma Jinan a Dîcle Amedê li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê xwestin bimeşin,dema polîsan asteng kriin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Parlamenterên (HDP) ên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag beşdarî çalakiyê bûn.

Zuleyha Gulum: Desthilatdarî hewl dide ku jinan li nava çar dîwaran bigire

Parlamentera HDP’ê ya Kocaeliyê Zuleyha Gulum diyar kir ku pêvajoyeke welê hatiye destpêkirin ku destketiyên jinê ji holê têne rakirin û hewl tê dayin ku jin li nava çar dîwaran bêne ragirtin.

Zuleyha Gulum anî ziman ku Peymana Stenbolê di encama têkoşîna jinan de hate bidestxistin.

Zuleyha diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her tim hewl da derbê li destketiyên jinan bixe, jinên deng dane vê desthilatdariyê jî xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin.

Back to top button