
QSD’ê ragihand ku hêzên wan di roja 6’an a Pêngava Tenekirina Terorê de 70 km bi pêş ket û 14 çete girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 6’an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:
“Hêzên Sûriya Demokratîk bi koordîneya hêzên Koalîsyonê ya bejahî û esmanî perasyênên xwe li herêmên sehra û gundên wê didomînin.
Li ser xeta sînor jî koordîne bi aliyê Iraqê re tê kirin.
Şervanên QSD’ê di dirêjehiya 70 km û firehiya 80 km de heta sînorê Iraqê gelek gund paqij kirin.
Hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyonê girtin ser 6 nuqteyên şaneyên çeteyan û 14 çete hatin girtin, tevî desteserkirina miqdarek çekan.