RÊVEBERIYA XWESER 800 JIN Û ZAROK JI KAMPA HOLÊ DERXISTIN Û VEGERANDIN WARÊN WAN

Rêveberiya Xweser 800 jin û zarok ji kampa Holê ya li başûrê Hesekê şandin bajarên wan.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokartîk QSD’ê gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji DAIŞ’ê rizgar kir, êdî koçber vedigerin malên xwe.

Herî dawî êlên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê xwestin ku nabe jin û zarok di Kampan de bimînin.

Rêveberiyê jî li ser daxwaza wan îro 800 jin û zarokên Tebqa û Reqayê ji Kampa Holê berdan û vegerandin warê wan.

Li gorî Rêveberiyê wê ev yek bi rizgarkirina wan ji hişmendiya DAIŞ’ê bibe alîkar..

Doh jî rûspiyên êlan garantiya wê yekê da ku, eger girêdana ti jinekê bi hişmendiya DAIŞ’ê re hebe, wê yekser agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

Bi gotineke din, ev kes bi kefaleta êlan derketine..

Li gorî agahiyan ev tenê qefla yekê bû û Rêveberiya Xweser lîsteyek bi navên kesên ku derkevin amade kiriye..

Leave a Reply

Back to top button