Ji fermandarên efsanewî yê têkoşîna azadiya Kurdistanê Fazil Botan û Endama Konseya Rêveber a KONGRA-GEL Raperîn Amed, li bajarê Bernê yê Swisreyê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin.
Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.
Di destpêka merasîmê de Hevserokên CDK’ê Bûrhan Karakoç û Xinar Dîlmeç axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Malbatên şehîdan jî axivîn û diyarkirin ku Tevgera Azadiya Kurd partiyek a şehîdan e û soza dilsoziya bi bîranînên şehîdan re hat dayîn.
Her wiha daxuyaniya bi dîmen a Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku piştî şehadeta Fazil Botan hatibû weşandin, hat temaşekirin.
Merasîm bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.