Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê ku 14’ê Gulanê wê li Tirkiyê were kirin, xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê bê navber didomin.
Îro li paytexta Swîsre Bernê buroya hilbijartinê hate vekirin.
Gelek siyasetmedarên Kurdistanî û nûnerên saziyên demokratîk tevlî merasîma vekirinê bûn.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler axivî û got: “Eger em bixwazin demokrasî pêk bê û ji vê rejîma faşîst rizgar bibin, divê em biçin ser sindoqan û li dijî faşîzmê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”
Her Nejdet Atalay jî xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê ragihandin û bi bîr xist ku li Swîsreyê hilbijartin wê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de were kirin.
Piştî axaftinan li Bernê vekirinê avahiyê hat kirin ku wê bibe buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk.