ÇETEYÊN DEWETA TIRK DR.KEMAL REVAND Û DAXWAZA 3 HEZAR DOLAR KIR

Dewleta Tirk a dagirker ê çeteyên wê asta binpêkirinên xwe li Efrînê her roj bilindtir dikin.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Mabata û Bilbilê dest bi revandina sivîlan a bipilan kririne.
Piştî êşkencekirina wan, ji bo serbestberdanê bi hezarên dolaran dixwazin.

Li aliyekî din çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala DR. Kemal Cafer de girtin û ew revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku hevjîna DR.Kemal Cafer ku li Ewropayê dimîne, diyar kiriye ku çeteyan bi riya telefonê jê xwestina ku 3 hezar dolar ji bo serbestberdana DR.Kemal ji wan re rê bike.

Çavkaniya destnîşan kirin ku çeteyên bi hevjîna diktore axivîne, jê xwestine ku wan 3 hezar dolaran biîşne cihekî li Idlibê.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê di nava 20 rojan de herî kêm 300 sivîl ji Efrînê revandine.

REVANDINA SIVÎLAN A BIPLAN JI ALIYÊ ÇETEYÊN DEWLETA TIRK VE BERDEWAM E

Binpêkirinên bipilan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînî bênavber dewam dikin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bi ser gundên navçeya Mabatayê digirin û sivîlan direvînin.

Serdegirtin li gundên Kaxira, Şîtka, Mêrkan, Comazna û Raja pêk hat.

Li gorî çavkaniyan, çete piştî revandina sivîlan bêhtirî 2500 dolarî ji bo berdana wan dixwazin.

Çavkaniyan dan xuyakirin ku çeteyan sivîlên bi navê Lûceyîn Camî û bavê wê Mihemed Camî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyên Sultan Mûrad ên girêdayî MÎTa Tirkiyê 3 ciwan ji navçeyê revandin, bi awayekî hovane êşkence kir, li beramberî berdana wan pere xwestin paşê ew neçar kir ku ji malên xwe derkevin.

Navên kesên hatin revandin jî wiha ne:

Abdullrehman Cemîl Mihemed Dilbirîn Mihemed Birîmo û Hemze Reşîd Hisên.

 

Leave a Reply

Back to top button