JI BER REWŞA PEDERSON CIVÎNA DER BARÊ ALOZIYA SÛRIYÊ DE BIPAŞ DIXE

Konseya Ewlekariya Navdewletî civîna xwe ya îro ya der barê Aloziya Sûriyê de ji ber rewşa tenduristiya nûnerê taybetê yê NY li Sûriyê Geer Pederson bipaş xist.

Gerek bû îro Konseya Ewlekariya Navdewletî der barê aloziya Sûriyê de civînekê li dar bixe.

Lê ji ber rewşa nûnerê NY li Sûriyê Gerr Pederson a tendirustî civîn hat bipaşxistin.

Sekeretêr giştî yê NY Ferhan Heq ragihand ku heta tendirustiya Pederson baş nebe wê civîn neyê lidarxistin.

Di sêşema borî de nûnerê taybet yê NY li Sûriyê rastî qezayeke tirafîkê hatibû.

Di encam de Pederson di cavê xwe de birîndar bû.

Têkildarî bûyerê Şandeya Navdewletî ji bo Sûriyê ragihand ku Pederson di demên pêş de girêdayî aloziya Sûrî wê nikarbe bi erkên xwe rabe.

Gera 13emîn a danûstandinên ASTANyê di 1 û 2’ê meha bê de tê lidarxsitin.

Ji bo beşdarbûna Gerr Pedrson jî heta niha ti agahî nehatin parvekirin.

 

Leave a Reply

Back to top button