DAIŞ’Ê ÊRÎŞ KIRIN, HERÎ KÊM 11 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, 45 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li paytexta Efganistan Kabilê ji ber sê êrîşên cuda ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 45 jî birîndar bûn.

Li Kabila paytext êrîşkarekî xwekuj bi motoreke bombebarkirî êrîşî wesayîteke Wezareta Petrolê kir.

Piştre bombeyek li heman herêmê teqiya.

Li taxeke din a Kabîlê êrîş li wesayiteke sivîlan hate kirin.

Di encama êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest da ku 5 ji wan jin in, yek jî zarok e.

Her wiha 45 kes jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê jî bi riya malpera xwe a Emaqê ev êrîş giritin ser xwe.

 

Leave a Reply

Back to top button