YJA Star: Em ê bi rengê Bêrîtan bijîn

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta rê heval Bêrîtan Gûlnaz Karataş daxuynî da û got: “Em ê bi rengê Bêrîtan hez bikin, bi rengê Bêrîtan lê bidin û bi rengê Bêrîtan bijîn.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê Şehîd Berîtan Hêvî(Gulnaz Karataş) bibîranî anî û got:

“Di sala 31’emîn a şehadeta hevrêya me Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku sembola artêşbûna me ya jinê ye, em bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Em Rêberê xwe yê ku em niha nasnameya jinê ya azad bi hurmet, hezkirin û hesreteke mezin silav dikin û sala 31’ê ya artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin.

Daxuyaniya YJA Starê bi vî rengî dewam kir:

“Salên 1990’î ji bo gelê me û tevgera me salên girîng bûn.

Gelê me di van salan de bi serhildanan li dijî faşîzma mêtinger sekneke girîng nîşan da û raxist pêş çavan ku jiyaneke bi koletî qebûl nake.

Tevgera me ya azadiyê ya ku bi serhildanan gihîşt asta herî bilind, herî zêde bandor li jinan kir.

Jinan di wan salan de pêşengî ji serhildanan re kirin.

Mîna li qada civakî, di qada leşkerî de jî di şexsê Bêrîtan de jinên Kurd bersiva herî xurt dan faşîstan.

Bêrîtan bû şopdara jinên Kurd ên bi rûmet ku li şûna bikeve destê dijmin xwe ji zinaran avêtin.

Bêrîtan bû sembola jinên Kurd ên li ser azadiyê bi biryar bûn, bû nîşaneya wê yekê ku civak bi azadiya jinê azad dibe.”

“Îro YJA Star bi rihê Bêrîtan li her derê derbên mezin li dagirkeran dixin”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de işaret bi van xusûsan hate kirin:

” Îro bi hezaran jin li ser şopa Bêrîtan li nava refên YJA Starê niha li ber xwe didin.

Li çar aliyên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana bi pêşengiya YJA Starê de bûn şopdarên Bêrîtan ku derbên giran li faşîzma mêtinger xistin.

Yên ku li Kobanê, Şengal û Mexmûrê jin ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin, di bin fermandariya Bêrîtan de meşiya bûn.

Bêrîtan nîşaneya îradeya ji pola ya artêşa me ya jinê ye..”

“Weke Bêrîtanên wê demê tevlî heybeta şerê me yê rûmetê bibin”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê herî dawî ew bang kir:

“Em jinên YJA Starê di wê baweriyê de ne ku mafê her jinekê ye ku ji bo jiyaneke bi rûmet bi rengekî azad şer bike.

Weke Bêrîtanên vê demê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî vê heybeta şerê me yê rûmetê bibin.

Û em dibêjin; li hemberî faşîzma mêtinger a dixwaze me mehkûmî mirinê bike, Bêrîtan dilê me ye ku lê dide, îradeya me ye ku şer dike, baskên me ye ku ber bi jiyanê ve difire.

Em ê bi rengê Bêrîtan hez bikin, bi rengê Bêrîtan lê bidin û bi rengê Bêrîtan bijîn.

Back to top button