Îddîa-nameya derbarê Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 24’emîn ya Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Îdîa-nameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqa Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Fîncanci de, hatiye amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ya 24’emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Şebnem Fîncanci, 27’ê Cotmehê ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve hatibû girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin.
Rûniştina ewil a dozê wê 23’ê Kanûnê bê kirin.