Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû

Lîsteya namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya bilind hat kirin. Navên namzetên Partiya Çep a Kesk ku li 81 bajaran hatin nîşandan diyar bûn.

Partiya Çep a Kesk lîsteya namzetên parlamenteriyê yên ji bo hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê diyar bû.

Lîsteya ku di encama xebatên Komîsyona Lihevanînê ya Namzetan de temam bû, ji bo erêkirina Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin hat pêşkêşkirin.

Lîsteya namzedên ku ji aliyê Hevberdevkan ve hat pejirandin ji aliyê rêveber û parêzeran ve pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hat kirin.

Her wiha ji hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê û Mîthat Sancar li Rihayê, li Şirnexê Newroz Uysal û li Senbolê jî Sirri Sureyya Onder bi giştî ji 81 bajaran 441namzet hatin diyarkirin.

Back to top button