Şêniyên Şêrawayê bi meşeke girseyî Mam Zekî bi bîr anî

Yekîtiya Êzidiyên Efrînê digel şêniyên Til Rifetê, li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê, bi meşeke girseyî Mam Zekî bi bîr anî.

Meş bi dirûşma “Li ser şopa Mam Zekî Şengalî em ê têkoşînê heta pêkanîna azadihyê xurt bikin”, pêk hat.

Di meşê de, endama Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Eyşe Seydo da xuyakirin ku şehîdxistina Mam Zekî bi xiyaneta komploger û hevkarên Tirkiyê pêk hat.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer jî diyar kir ew ê li ser rêya Mam Zekî têkoşînê bidomînin.

 

Back to top button