Li bajarê Hesekê, teqînek li embareke çekan rû da, li gel ziyanên madî 6 kes bi sivikî birîndar bûn.
Duh êvarî, derdora saet 8’an li taxa Micercai ya bakurê rojavayê bajarê Hesekê di embareke çekan de teqînek çêbû.
Di encamê de, bi kêmanî 6 sivîl bi sivikî birîndar bûn.
Tîmên agirkuj û ambûlansan ber bi cihê teqînê ve çûn û heya nîvê şevê jî dengê teqînan dihat bihîstin.
Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî: Teqîn di encam temasa kehrebeyê de çêbû
Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî jî derbarê teqînê de daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku ti destwerdaneke ji derve nîne, teqîn ji ber temasa kehrebeyê rû daye.
Asayîşê got:
“Em ji gelê xwe û raya giştî re dibêjin ku armanca belavkirina agahiyên ne rast, afirandina alozî û têkbirina ewlehiyê ye.”