160 Mamosteyên Girkê Legê tevlî perwerdeya destwerdana lezgîn bûn

Amadekariyên rewşa awarte dewam dikin.
Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a Girkê Lekê ya Qamişlo jî li ser banga rêveberiya Xweser a têkildarî rewşa awarte di tevgerê de ne.

160 mamosteyên navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo tevlî perwerdeya destwerdana lezgîn bûn.

Perwerde 3 rojan ji aliyê heyva Sor a Kurd ve hat dayîn.

Di vê perwerdeyê de, rêkarên destwerdanên lezgîn û fêrbûna çawaniya dermankirina birîndar.

Da ku mamoste alîkariya birîndaran bikin heta ku ekîbên tenduristiyê digihêjin cihê bûyerê.

Mamosteyên Perwerdê, weke çawa barê perwerdekirina civakê hildane ser milê xwe.

Îroroj jî erka parastina civakê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin.

Ji lewra beriya vê jî heman mamosteyan, fêrî bikaranîna çekê û şêweyên xweparastinê jî bûne.

Û li gorî her şert mercan xwe amade dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 6’ê Tîrmehê ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li hember êrişên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihandiye.

Heta niha jî jimareke mezin ji şêniyan tevlî vê pêvajoyê bûne.

Back to top button