Ciwanên Ehrez û Şêxmeqsûdê bi çalakiyên cûda xiyaneta PDK’ê şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrişa Tirkiyê û Hevkariya PDK’ê ya li dijî gerîla ku herî dawî li Xelîfanê, bû sedema şahadeta gerîla, ciwanên navçeya Ehrezê ya Şehbayê meşekek lidarxistin.

Ciwanan di meşa xwe de balkişand li ser xiyaneta PDK’ê û gotin:

Her ku dewleta Tirk li hember gerîla derbên mezin dixwe û têk diçe PDK diçe hawara wî û li dijî gerîla xiyanetê dike.

Divê PDK baş bizanibe wê dîrok vê xiyaneta wê ji bîr neke.

Ciwanan teqezkirin ku ew li gel gerîlan e û heta dawî wê li dijî xiyanet û dagirkeriyê têbikoşin.

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi daxuyaniyeke êrişa dagirkeriya tirk û hevkariya PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir.

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd di daxuyaniya xwe de soza tolhildanê û bidawîkirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê dan.

Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ew ê heta bidestxistina serkeftinê û xiyanetê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button