Şehîd Hêlîn Qereçox ji brîtanya berê xwe da Şoreşa Rojava

Şehîd Hêlîn Qereçox ji Brîtanyayê ber bi Şoreşa Jinê rêwiya azadiyê da meşandin. Rêhevala wê Bêrîvan Qereçox li ser şervana YPJ’ê Hêlîn Qereçox a di êrişên dewleta Tirk a li ser Efrînê de di 15’ê Adara 2018’an şehîd bû axivî û got:”Hêlîn Qereçox bû parçeyek ji şoreşa Rojava.”

Çirûskên agirê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji Rojavayê Kurdistanê derket, şewq û tîrêjên xwe da giştî jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê.

Ruxmî gelek çalakvanên jin li welatên xwe di tevger û rêxistinên feminist de têdikoşiyan jî dilê wan ji bo şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re lêda û bi lez hildiavêt.

Anna Campbell bi nasnav Hêlîn Qereçox yek ji jinên Brîtanyayê ye ku berê xwe da warê jinan.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro şoreşeke enternasyonalîst e.

Anna Campbell femînîst, anarşîst û çalakvaneke Brîtanî bû ku li Lewesa, Neteweyên Yekbûyî ji dayik bûye.

Di gelek tevgerên siyasî û rêxistinên din ên anarşîst û rêxistina rakirina koletiyê.

Anna di Gulana 2017’an de berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji xwe re navê Hêlîn Qereçox hildibijêre.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de li kêleka rêhevalên xwe yê şervan ên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan ji bo jiyana bi ewle ji jin û civakê re li ber xwe dide.

Di operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê de li Reqa û Dêra Zorê cih digre.

Hêlîn Qereçox di 15’ê Adara 2018’an di êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Efrînê de şehdî bû.

Cenazeyê wê li goristana Ş.Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava bi sedan gorên lehengan de hat veşartin.

“Şehîd Hêlîn di warê rêhevaltiyê de her kes li dora xwe kom dikir”

Bêrîvan Qereçox ku yek ji Endama Akademiya Jineolojiyê ye, der barê kesayet û têkoşîna rêhevala xwe Hêlîn Qereçox de axivî û got: Şehîd Hêlîn dilnizm û rûken bû.

Bêrîvan Qereçox anî ziman ku şehîd Hêlîn di warê rêhevaltiyê de, her kesê li derdora xwe kom dikir.

Back to top button