Kemal Reûf: Lihevkirinên PDK’ê û Erdogan li dijî berjewendiyên gelê Başûr e

Doh, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiya. Rojnamevan Kemal Reuf derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re axivî û diyar kir Tirkiye dixwaze weke lihevkirina 50 salî ya bi PDK’ê re, lihevkirinek din li ser gaza herêmê jî îmze bike. Reûf got: “Ev lihevkirin li dijî berjewendiyên xelkê herêmê ye.”

Duh Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalya bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp re civiya.

Lê têkildarî naveroka hevdîtinê tiştek nehat diyar kirin.

Rojnamevan Kemal Reuf derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re ji Rojnews re axivî.

Li gorî rojnamevan Kemal Reuf Tirkiye dixwaze feydeyek zêdetir ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bigre, bi taybetî jî çav berdaye ser gaza herêmê.

Rojnamevan Kemal anî ziman ku beriya niha Erdogan ji medya Tirkiyê re ragihandiye ku hemû malên wan wê bi gaza Herêma Başûrê Kurdistanê werin germkirin.

Kemal Reuf di dewamê de dibêje:

“Tirkiye dixwaze weke lihevkirina 50 salî ya bi PDK’ê re, lihevkirinek din li ser gaza herêmê jî îmze bike.

Siyaseta neft û gazê di destê PDK’ê deye, dibe ku bîrek petrolê bidin Tirkiyê.

Reuf diyar kir ev lihevkirin berevajiyê daxwaza xelkê herêmê ye û got:

“Dewleta Tirk di cîhanê de bi ti awayî ne dostê Kurdek û azadîxwazekê ye.

Lê berjewendiya wan di nakokî û parçebûna nav Kurdan de heye. Ji bo vê aliyekî nêzî xwe dikin.”

Back to top button