Şehîd Ehmed Gabarî li goristana şehîd Xebat hate oxirkirin

Cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk Ehmed Gabarî, li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasimeke girseyî hat oxirkirin.

Şehîd Ehmed 8`ê Adarê li Qamişlo di encama kirîza dil de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Çivîk bi nasnav Ehmed Gabarî wergirtin û goristana şehîdan a Xebat Dêrik a li Dêrikê.

Li goristanê merasim hat lidarxistin û di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û got: “Ji erka me ye em şopdarên şehîdan bin û armancên wan ên pêkanîna ewlehî û aramiyê bi cih bînin.”

Ji xizmên şehîd, Hisên Çivîk jî got: “Şehîd Ehmed Gabarî mînaka têkoşîn û berxwedanê bû.”

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button