Li Xaneqînê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn

Li Başûrê Kurdistanê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşek li dijî herêma Xaneqînê pêk anî. Di encamê de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. 

Duh di saetên êvarê de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşek bir ser gundê Um Hunte yê bajarokê Gulale yê ser Xaneqînê ve.

Asayîşa bajarok ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên sekvaniyê ji dûr ve, êrîşî şivan û cotyaran kirin û piştre reviyane.

Hate gotin, di encama êrîşê de sê sivîl birîndar bûne sivîlekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Birîndar niha li nexwexaneya beşa lezgîn a Gulale tên dermankirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, kesê jiyana xwe jidestdayî, navê wî Hemîd Qadir xelkê gundê Um Hunte ye.

Back to top button