Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 35. de didome

Raperîn û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên bi pêşengiya jinan dewam dikin. Di roja 35’an a çalakiyan de li gelek bajaran careke din gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn. Hêzên rejîma Îranê jî ji bo pêşîlêgirtina serhildanan êrişên xwe didomînin.

Raperîn û serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di roja 34’an de didome.

Êrişên hêzên rejimê jî li dijî gel dewam dikin.

Heta niha ji ber êrişan zêdeyî 215 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin û binçavkirin.

Şevê din li bajarên Mahabad, Merîwan, Sine û gelek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin qadan, agir dadan û rejîma Îranê pirotesto kirin.

Ciwanan ala rejîmê şewitandin û dirûşma “Bimre dîktator” berzkirin.

Her wiha li gelek bajaran jî jinan bi kar anîna laçikan redkirin û nedan serê xwe.

Deverek din a çalakiyan jî paytexta Îranê Tehran bû li wir gel daketin qadan û rejîma Îranê pirotesto kirin.

Li Êsfehanê jî gel bi dirûşma “Hevgirtî, Yekîtî” li qada bûn.

Li bajarê Tebrîz, Yezd û gelek bajarên din jî gel li dijî rejîmê di nav çalakiyan de bûn.

Îro careke din gelê Belûc li dijî komkujiya ku rejîma Îranê li Belûcistanê pêk anîbû meşiyan û ev yek şermezar kirin.

Xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din bi daxwaza azadiyê li qadan bûn.

Back to top button