YPJ: Me gav bi gav axa xwe ji hemû polîtîkayên qirkirinê rizgar kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da û got: “Weke YPJ’ê em ê jî di oxira doza azadiya gelê xwe de her dem li pey van nirxên xwe yên pîroz bin û ‎ji bo mayîndekirina şoreşê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera şoreşa jin û gelan a 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Fermandariyê anî ziman ku şoreşa gelan a li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peşengtiya jinan jiyanek nû afirand û got: “Di demên ku herêm di nava qeyranê de bû, weke gel derfetên çarenûsa xwe bi xwe-diyarkirinê derkete holê.

Li ser vê bingehê jî, me bi ked û têkoşîneke mezin, biryara avakirina pergala konfederalîzma demokratîk da.

Bê ku em piştevaniya tu hêzêkî din bigirin gav bi gav axa xwe ji hemû polîtîkayên qîrkirinê parast û rizgar kir.

YPJ: Cihgirtina YPJ’ê di nava hêzên parastinê de bû modelek

Fermandariya YPJ’ê da zanîn ku Şoreşa Bakûr û Rojhilata Sûriyê paradigmaya civakeke ekolojik, demokratîk û azadîxwaziya jinê ji xwe re kir bingeheke esasî.

“Cihgirtina jinan a di nava hêzên parastinê de, ji bo rêxistinkirina jin û gelan roleke diyarker lîst û bû modelek.”

YPJ: Şoreşa Rojava bi navê YPJ gihişt wateya xwe ya rasteqîn

YPJ’ê da zanîn ku şervanên YPJ’ê di qada şer de bi pîvanên şerê gel ê şoreşgerî parastina nasname, hebûn, ziman, çand û vîna azad a gelê xwe kir û got: “Bi şoreşa jin a Bakûr û Rojhilata Sûriyê re jinan careke din wateya hebûna xwe jinû de bi dest xist.

Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ye rasteqîn.

Dawiyê, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê destnîşan kir ku ji bo mayîndekirina şoreşê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Mazlûm Ebdî: Em tekez dikin ku emê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Back to top button