Hêzên Iraqê waliyê DAIŞ’ê yê Feluceyê girt

Istîxbarata Iraqê ragihand ku hêzên Iraqê waliyê DAIŞ’ê yê Feluceyê girt.

Li gorî daxuyaniya Saziya Istîxbaratê ya Iraqê, waliyê çeteyên DAIŞ’ê Ebu Elî Cemîl ji aliyê hêzên Iraqê ve hat girtin.

Berdevkê artêşa Iraqê Yeha Resûl ragihand ku piştî ku Enbar ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, çete Elî Cemîl çûbû Sûriyê û piştre carek din vegeriya Iraqê.

Yehya Resûl got ku çete Elî Cemîl weke cîgirê waliyê Mûsilê hatibû destnîşankirin û piştre jî weke waliyê Feluceyê.

Back to top button