Li Heleb, Şehba, Dêrezor, Kobanê û Lubnanê sê jinên şoreşger(Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) bi çalakiyên cûda hatin bibîranîn.
Beşdarvanên çalakiyan diyarkirin ku ewê li ser xeta sakîneyan têbikoşin.
Doh li gelek navçe û Bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî û derveyî welat Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn hatin bibîranîn.
Yek jî ji wan deveran Heleb bû.
Meclisa Jinan û ya Malbatên Şehîdan a Helebê li taxên Şexmeqsû û Eşrefiyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn doh mûm li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye pêxistin.
Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê jî doh merasîmek li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê li dar xist.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û got: “Şehîd pêşengên me ne û em ê şopdarên wan bin.”
Li Kobanê jinên ciwan bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bibîranîn
Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şorşeger a Kantona Firatê jî doh li Kobanê meşek li dar xist.
Meş ji Qada Şehîd Egîd destpê kir û li Qada Jina Azad rawestiye û veguherî mitingê.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin ewê hesabê komkujiyê bipirsin.
Li Dêrazor û Lubnanê şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Bi heman armancî Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Sor, herêma Seba Kîlo û bajarokê Kîsra yên rojavayê Dêrazorê doh çalakiyên cûda lidarxistin.
Li Kîsrayê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sena Remedan li ser jiyana her sê şehîdan û têkoşîna wan axivî.
Her wiha rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sebah El Ebdullah jî destnîşan kir ku sedema pêşîn a armanckirina şehîd Sakîne Cansiz ji ber ku ew jin e, paşê ji ber ku ew Kurd e.
Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û destkeftiyên ku bi dest xistine, hat pêşandan.
Li bajarokê Sor ê rojavayê Dêrazorê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya doh li hola ciwanan doh civînek li dar xist.
Li herêma Seba Kîlo jî hersê şehîd doh bi panelekê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hatin bibîranîn.
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a Lubnanê jî doh bi panelekê hersê şehîd bi bîranîn.
Di panelê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan.