Li Şengal û Qendîlê sê jinên şoreşger hatin bibîranîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li komelgeha Digûrê ya Şengalê sê jinên Şoreşger ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin şehîdxistin, bi semînerekê bîranîn.

Semîner li meclisa gel a komalgeha Digûrê bi beşdariya bi sedan kesî tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê pêk hat.

Di semînerê de berdevka endama Kordinesyona TAJÊ’ê Rîham Hiço liser ked û tekoşîna Sekîne, Fîdan û Leyla nirxandin kir.

Rîham di serî de di şexsê Sakîne de tevahiya şehîdan bibîr anî û got:

“Civaka me ya Êzidî îro ji liser xeta şehîd Sakîne xwe birêxstin kiriye û bûye xwedî îrade. Em wek jinên Êzidî ji bo azadiya jinan heya dawî, tebikoşin û li ser xeta Sarayan em ê vê riyê dewam bikin.”

Jinên şoreşger yên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî li Binarê Qendîlê jî ji aliyê Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) hatin bibîranîn

Bîranîn li gundê Şêxanê yê Binarê Qendîlê pêk hat.

Di civînê de behsa têkoşîn û kesayeta heval sakîne hate kirin û jinan daxwaza cezakirina berpirsyarên komkujiyê kirin.

Meclisa Jinan ji bo eşkerekirina kujerên komkujiya Parîsê bang kir

Back to top button