Hunermendên Başûr: Tişta ku garikeriya Tirk dike ne miroviyê û divê bersiv bê dayîn

Hunermendên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li sinorê Çemçemal û Başûrê Kurdistanê de gotin: “Tişta ku dewleta Tirk dike karek ne mirovî û exlaqiye.
Ev êrîş nayên qebûlkirin û divê rayedarên Başûr û Iraqê helwestek cidî nîşan bidin.”

Piştî ku dewleta Tirk derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwarin, di rojên dawî yên sala 2023’yan de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êriş li dijî navendên xizmetguzarî û sivîlan kirin.

Derbarê armanca êrişên dewleta dagirker de hunermendên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê axivîn.

Hunermend Feysel Adil da zanîn dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe yên li Başur, dixwaze aramiya Herêmê tune bike.

Feysel Adil diyar kir ku divê li dijî van êrîşan her hunermed û Kurdek rabe ser piyan û xwedî helwest be.

Li ser heman mijarê Hunermend Idrîs Şewket jî anî ziman ku tişta ku dagirkeriya Tirk dike karek nemirovî û exlaqiye û divê bersiva van êrîşan bê dayîn.

Hunermend Samî: Êrişên Tirkiyê yên li dijî sivîlan têkçûna wî nîşan dide

Back to top button