Festîvala Govendê ya 6’emîn ya Şehîd Ronahî Bawer sibe wê li Rimêlan bê lidarxistin.
Wê festîval 4 rojan bidome.
Yek ji endama Komîteya Amadekar a festîvalê Evîn Bîlal ji ANF’ê re axivî .
Evîn Bîlal diyar kir ku em ji sala 2015’an û vir ve vê festîvalê li dar bixin.
Ji ber êrîşên li dijî Rojava, festîval di navbera salên 2019-2021’an de nehat lidarxistin.
Festîvala 5’emîn di sala 2021’an de li Hesekê hate lidarxistin.
Festîvala 6’emîn jî em îsal li Rimêlanê li dar dixin .”
Evîn Bîlal derbarê naverok û amadekariyên festîvalê de agahî da û got:
“Ji bo Jîna Emînî û kesên ku li dor dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne yek, wê peyama hevgirtinê jî were dayîn.
21 komunên govendê yên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Ermeniyan wê tevlî festîvalê bibin. “



