Werza mûnetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina mûnetê dikin.
Ev adet jî adeteke kevin a herêmê ye ku her kes li gor pêdivî û derfetên xwe mûnetê amade dike.

Welatiya bi navê Ayşe Ehmed her sal wek vê demê dest bi amadekirina mûnetê ji bo zivistanê dike.

Ayşe wek piraniya jinan odeyeke ji bo parastina mûnetê di mala xwe de veqetandiye.

Ayşeya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dijî.

Cûreyên rengereng ên mûnetê wek penîr, mekdûs, dimsê firingî û yê îsotê, lîçer û tirşo amade dike.

Her wiha sebze û fêkiyên hişkkirî wek bacan, îsot, bamî, milûxiyê, hejîr û mûj û cûreyên din amade dike.

Ayşe diyar kir ku amadekirina mûnetê adeteke kevin e û got:

“Me ev adet ji bav û kalên xwe girt û ew êdî bûye adeteke civakî ya berî sed salan.”

Back to top button